

Hizrên te yên berbelav
Îro berî bibe sibeh ezê duþeka xemên xwe li ser serbanê te raêxim û bi çar davên pirça te ezê pulên singa xwe pêve girêdim û ji nû ezê rêkeka dî yan planeka rizî darêjim dako hizrên minên xirab di þerê Cîhanî yê sê yê de digel te bi serbikeve, û wê duþeka min raêxistî careka dî kesekê dî bikar ne înê, Ez bihn teng dibim wekî Þêrekê kelepçekirî, wekî Murîyekî li ser xîzê birêve diçê jiber vê yekê min dixwest ko tu xwe dûr bikê ji Mîrî,ji tevnên ji nû hatîn ristin û berê xwe bidê singa min dema te MÊJA sibehê li ser dikir bi derketina Rojê re Zor caran dinav nexþên singa te de ez digeram bo hinek rêka rastî têre bibore,dilovanî têda cih bigre,evînî ne mêvanek hestî giran be. Hare,Xweþe,Germe,wekî pizotek agire banga wê ya Bijî evîna gerim bilind dibe hingî gerim dibe û ez winda dibim ,dihelim,hingî bero nava wê diçim bihêle bi þûn xweve hemî hizrên minên rizî û yên te yên berbelav û laþê xwe derman neke bi merheman,dako cihê maça xwena me bimînê nîþan û kul bitenê dîsan ezim yê germatîya te divemrînim nav û nîþana liser laþê te tomar dikim û pêla hesta evîna te di çemînim û pirt pirt davên serhiþkîya te vedikim ew serhiþkatîya îro mayî bê dest bê xwest nebêje Xatuna min Þevê dî dayîka min niviþtîyek çêkirye,ayetek xwendî ye,yasînek kirye xêr,û falek vekir ye ko Rêk vekirî bin, lê bi Xwedê kim gêjbuneka bê pêwîstî ye ,textê te yê bê his bê pêjin îro xirdik û mirdik bêve dilehîzin û navên Pêxembera yek li pey yekî dilurînin di rêka minde bo derbazbuna sînorê te hemî heval min naskirin yên dema þoreþê kes nema ko min nasnekir lê îro kes min nasnakê Sibeha te bi xêr Gêjbuna te bi xêr wekî berê îro genim nemaye bitenê dema nîsik û ceh hatin çandin û tama wan hat dîtin û tamkirin xatuna min îro li cim te peyrew kirina dilovanî yê dihev dîtinên rojane de zore çandina hêvîyê di malzaroka Vînê de zore ma Dara Sêva Hinara didê.
![]()
![]()
![]()
![]()
![]()
![]()
![]()
![]()
kaniwar@maktoob.com
Powered by WB4.DE, dem gratis Homepage Provider
Verantwortlich für den Inhalt dieser Seite ist ausschließlich
der Autor dieser Homepage. Mail an den Autor